Roja Kobanê ya Cîhanê li Osloyê hate silavkirin
1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Osloyê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku Kurdan rûmeta mirovahiyê parastin, lê dewleta Tirk bi mejiyê DAÎŞ'ê êrîşan dewam dike.
1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Osloyê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku Kurdan rûmeta mirovahiyê parastin, lê dewleta Tirk bi mejiyê DAÎŞ'ê êrîşan dewam dike.
Li paytexta Norwêc Osloyê Kurdan tevî dostên xwe li Navenda Çanda Kurd a Osloyê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.
Çalakî ji aliyê Sol-Kurd (Solidaritet med Kurdistan) û Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Norwêcê ve hate lidarxistin. Gelek Kurd û Norwêcî tevlî bûn. Di çalakiyê de fîlmê li ser Kobanê hate nîşandan.
'GELÊ KURD BI WÊREKIYEKE MEZIN RÛMETA MIROVAHIYÊ PARAST'
Hevserokê Sol-Kurd Truls Strand got, "Jin û ciwanên Kurd bi berdêla jiyana xwe, ji bo mirovahiyê berxwedaneke mezin kirin. Ev berxwedana bêhempa weke berxwedana parastina mirovahiya azad û rûmeta mirovahiyê kete nava rûpelên dîrokê. Berxwedana Kobanê wêrekiya mirovan di asta herî bilind de nîşanî me Ewropiyan da."
Truls got, "Bi têkçûna dijminê mirovahiyê DAÎŞ'ê re li Rojhilata Navîn û cîhanê ji bo gelên bindest hêviyeke nû, modeleke nû ya jiyana azad û alternatîf hate avakirin. Dewleta Tirk a ku endamekî NATO'yê ye nikare xwe li vê rabigire û ji cihê ku DAÎŞ'ê hiştiye, êrîşan dike."
Nûnera Rêveberiya Xweser a li Norwêcê Şîlan Kobanê belavoka bi Norwêcî xwend, dostê Kurd, nivîskar û parlamenterê berê Erling Folkvord jî axivîn.
Di çalakiyê de Welat Kobanê û Ciger Kobanê hunera xwe pêşkêş kirin.