Roja Kobanê ya Cîhanê li Baselê hat pîrozkirin

Bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê li Baselê meş û şevbêrk hate lidaraxistin. Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk ku di çalakiyê de axivî, got, “Em ê li ser esasê “Kurdistana azad û Rêbertiya azad” têkoşîna xwe bidomînin.”

1 ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarê Basel ê Swîsreyê bi meş û çalakiya şevbêrkê hat pîrozkirin.

Bi beşdariya Kurdistanî û gelek enternasyonalîstên ji gelên cihê yên wekî Swîsre, Tamîl û Filistînî li St. Johanns-Parkê meş hat lidarxistin û di salvegera serkeftina Kobanê de lehengên ku li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dan, hatin silav kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê aktivîsta Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Ozen Aytaç daxuyaniyê xwend. 

Ozen Aytaç anî ziman ku ew ê bi biryardariyeke mezin şoreşê biparêzin û wiha got: “Şervan û lehengên wêrek yên wê demê, hêza xwe kirin yek û xwedî li Kobanê derketin. Bi berxwedana xwe ya leheng zihniyeta paşverû û tarî ya DAÎŞ’ê têk birin. DAÎŞ ku ji bo mirovahiyê bû gefeke mezin, bi piştgiriya hêzên navneteweyî û herêmî bi taybet jî bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker xwest bi zilm û komkujiyan hêvî, xeyal û bedewiya mirovan tune bike.  Şervanên leheng ên YPJ û YPG'ê li Kobanê 134 rojan li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dan. Ev berxwedan, berxwedana kesên ku neheqî, zilm, bindestî û koletiyê qebûl nakin û dixwazin azad bibin bû. Li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê ku berê kes li ber wan newêrîbû, helwest raber kirin. Mirovahî ku şahidiya berxwedana YPG û YPJ’ê kirin, li dijî zihniyeta paşverû ya DAÎŞ’ê li kêleka şervanên azadiyê cih girt.”

Ozen Aytaç bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo tunekirina Şoreşa Rojava û qirkirina gelê wê û bêdengiya navneteweyî li hember êrîşan. Aytaş got ku girîng e mirov bibe dengê gelê Rojava.

‘EM Ê BI ŞÎARA KURDISTANA AZAD Û RÊBERTIYA AZAD TÊBIKOŞIN’

Piştre Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Demîr Çelîk mafê axaftinê girt û got ku zihniyeta barbar ku pergala kapîtalîst û emperyalîst dixwaze biafirîne, hewl dide Kurdistanê bi tevahî dagir bike.

Çelîk bal kişand ser binçavkirin û girtina bi hezaran siyasetmedarên Kurd û Doza Kumpasê ya Kobanê û wiha berdewam kir: “Bi vê dozê re dixwazin jiyanê li Kurdan biherimînin. Desthilatdariya Erdogan ku nekarî têkçûna DAÎŞ’ê qebûl bike, hê jî êrîşên xwe yên li ser Şengal, Rojava û çiyayên azad didomîne. Cîhan li ber van êrîşan ker û lal e. Dewletên cîhanê li hemberî van êrîşan bêdeng in û li pişt desthilatariya Erdogan digirin. Em 60 milyon Kurd dixwazin li Kurdistanê azad bijîn. Li hemberî yên ku qirkirin û tunekirinê li ser me ferz dikin, em ê li ser esasê “Kurdistana azad û Rêbertiya azad” têkoşîna xwe bidomînin û di vê yekê de bi ser bikevin.”

Girse piştî axaftinan dest bi meşê kir. Di dema meşê de gelek caran li navendên diyar ên bajêr rawestiyan û danezan hatin xwendin.

Piştî meşê çalakî bi şevbêrka ku ji aliyê Komîteya Rojava ve hat organîzekirin, dewam kir. Bername li avahiya Warteck a Baselê hat lidarxistin û koma Jupîya derket ser dikê.