Roja Kobanê ya Cîhanê li Aachenê hat pîrozkirin

1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi mitîngekî li Aachenê hat pîrozkirin û êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin.

Bi armanca pîrozkirina 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û protestokirina êrîşên dewleta Tirk, bi beşdariya gelek sazî û rêxistinên Kurdistanî, Tirkiye û Elman mîtîngek hat lidarxistin.

Mîtîng li qada Elîsenbrûnnen hat lidarxistin. Nûnerên PYD, YXK Aachen, Komuna Ciwanên Enternasyonalîst a Aachenê, Yoûng Strûggle û Zora Aachen axivîn di mîtîngê de axivîn.

Di axaftinan de hat bibîrxistin ku berxwedana Kobanê ya ku di sala 2014’an de nirx û rûmeta mirovahiyê parast, bi pêşengiya jinê pêk hat û wiha hate gotin: “Kobanê temsîla jiyana hevpar dike.”

Di axaftinan de hate gotin ku bi sedan ciwan ji bo parastina rûmeta mirovahiyê şehîd bûne û gotin: “Şehîd pêşengên têkoşîna me ne, şehîd namirin.”

Di dewam axaftinan de li dijî êrîşên li ser Rojava û Filistînê helwesta berjewenperest ên hêzên hegemonîk ên navneteweyî yê hatin şermezarkirin û hat gotin ku ji bo yekîtiya gelan li Rojhilata Navîn pêwîstî bi ruhê berxwedan û piştgiriyê heye.