Qedexeya li ser PKK'ê li Stûttgartê hate nîqaşkirin

Ji ber sala 31'emîn a qedexeya li ser PKK'ê panelek hate lidarxistin û mijar hate nîqaşkirin.

Qedexeya li Elmanyayê ya li ser Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ku 26'ê Mijdara 1993'an hate ragihandin dikeve sala 31'emîn. Qedexeya ku bû sedem Kurdên li Elmanyayê bêne krîmînalîzekirin, ji gelek mafên siyasî û civakî bêpar bêne hiştin, li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi panelekê hate nirxandin.

Ji Stûttgart, Heîlbronn û Esslîngenê Kurdistanî tevî gelek dostên xwe yên Elman tevlî panelê bûn.

Qisekerên panelê ji parêzerên dozên PKK'ê parêzer Heîke Geîsweîd, Axel Oswald û Endama Meclîsa Federal a Elmanyayê ya ji partiya Dîe Lînke Gokay Akbûlût bûn.

Endama Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Heîlbronnê Gulistan Ateş di destpêka panelê de bi bîr xist ku Kurd ê girtî Mazlûm Dora ku beriya mehekê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Stammheîmê li dijî kiryarên xerab û kêfî dest bi greva birçîbûnê kiribû, çalakiya xwe dewam dike. Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Dora xerab dibe. Gulistan Ateş ji bo vê yekê jî banga hişyariyê kir.

Di panelê de ji mexdûrên qedexeya PKK'ê Orhan Ateş, Gulistan Ozdemîr û Huseyîn Keleçîer qala bûyerên bi serê wan ve hatin, kirin.