Polîsên Fransayê bi îdîaya 'Heqareta li Erdogan' îfadeya Bîngol girtin

Li Fransayê, ku bi zextên li ser Kurdan peyam ji hikumeta Erdogan re tê dayin, niha jî bi îdîaya 'Heqareta li Erdogan' îfadeya siyasetmedarê Kurd Vedat Bîngol hate wergirtin.

Polîsên Fransayê ku beriya çend rojan avêtin ser saziyên Kurdan, bi kiryareke xwe ya din bû sedema nerazîbûnan.

Hevserokê berê yê Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) Vedat Bîngol, ji bo îfadeyê bang lê hate kirin. Balkêş bû ku îfadeya Bîngol li gorî lêpirsîneke dozgerên Tirk hatiye wergirtin. Bîngol diyar kir ku polîsan ji ber lêpirsîneke bi sûcdariya 'Heqareta li Erdogan' li wî hatiye pirsîn.

Bîngol rexne kir ku ji ber lêpirsîneke li Tirkiyeyê ew li Fransayê tê pirsîn û got, "Gelo otorîteyên Fransayê bi fermana Erdogan tevdigerin?"

Bîngol li ser Twîtterê jî peyamek weşand û got, "Hikumeta Fransayê di rêyeke metirsîdar de ye" û xwest ku dawî li vê siyaseta 'dînîtiyê' bînin.