Platforma Baweriyên Mezopotamya ji bo aştiya navxweyî û giştî, mîtîngekê lidar dixe

Platforma Baweriyên Mezopotamya bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo aştiya navxweyî û giştî 1’ê Îlonê di saet 17.30’an de mîtîngekê lidar dixe.

Platforma Baweriyên Mezopotamya; Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK), Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Koordînasyona Civaka Êzidiyan li Ewropa, Platforma Yarsan Europa, Platforma Horam Europa û Cepha Feylî Europa wê 1’ê Îlonê di saet 17.30’an de ji bo aştiya navxweyî û giştî mîtîngekê lidar bixe.

Platformê têkildarî mîtînê daxuyaniyek weşand û ev bang kir:

“Em ji bo aştiyê bibin dilopekî av û agirê ku dagirker dixwazin me pê bişewitînin, bivemirînin.

Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan kilîda aştiyê ye, werin em bi hev re tecrîda li ser wî bişkînin. Şikandina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, wê bibe wesîleya aştiya welatê me û Rojhilata Navîn. Ji bo em karibin bibin dilopek ava aştiyê, werin em bi hev re, li Kolnê di mîtînga aştiyê de dengê xwe bilind bikin. Ev erka me ya olî, neteweperwerî û mirovî ye. Em li benda we ne.

Navnîşan: Breslauer platz
Dîrok: 01.09.2023
Saet: 17:30”