Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew ê beşdarî Pêngava Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî di 10'ê Cotmehê de li cîhanê hatiye destpêkirin bibin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komploya navneteweyî bi teslîmkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Tirkiyeyê re derbasî qonaxeke din bû û wiha hat gotin: "Abdullah Ocalan bi salan e di serî de ji bo azadiya gelê Kurd û bîr û baweriyan têkodikoşe û bi komploya navneteweyî ya teslîmbûna dewleta Tirk re encam bû."
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
"Tevî îşkence û tecrîda dewleta Tirk, Abdullah Ocalan dest ji doza pîroz a aştiyê berneda û tawîz neda. Perspektîfek pêşxist ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê bi taybet li Kurdistanê bi aştiyê çareser bibin. Israra wî ya di jiyana azad û hevpar de pozîsyona wî ya pêşengê pêvajoyê û serdemê hîn xurtir kir. Bi salan eji ber ku biratiya gelan a jidil, çareseriya adîlane û aştiyeke mayînde parast bi tecrîdeke kûr û berfireh re tû bi rû ma.
Ev tecrîd li ber çavên cîhanê pêk tê. Tecrîda li ser Rêberek wek Birêz Abdullah Ocalan, şerê li Kurdistanê kûrtir dike û muzakereyên aştiyê têk dibe.
Tecrîda li ser mîmarê aştiya Kurdistan û Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan, xizmeta berdewamkirina şer û rûxandina civakî, siyasî û qirikirina ekolojîk e.
Ji bo şer û mirin bi dawî bibe divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin. Em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê hatiye destpêkirin silav dikin.
Weke Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê, em di wê baweriyê de ne ku azadiya Abdullah Ocalan wê bike ku dijminatiya di navbera baweriyan de bi zanebûn pêşketiye ji holê rabe û jiyana hevpar pêk bîne.
Yê herî baş perspektîfa ku gel û bawerî di nava edalet û aştiyê de bijîn Abdullah Ocalan e. Her wiha em soz didin ku em ê bi her awayî tevkariyê li vê pêngava ku ji bo aştiya Kurdistan û Rojhilata Navîn hatiye destpêkirin û ji bo Birêz Abdullah Ocalan tavilê bê azadkirin têbikoşin.
Em dixwazin bînin bîra we ku ji bo aştî û rêgirtin li rijandina xwînê beşdarbûna di vê pêngavê de ji bo hemû bawermendan erk û berpirsyariyeke olî ye. Em jidil bawerin ku azadiya Birêz Abdullah Ocalan wê hêviya gelê me ya aştiyê zindî bike.
Em bang li hemû kesên bawermend dikin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan ji bo aştî, edalet û biratiyê di nava civakan de ava bikin, bibin dilopek av. Em dixwazin diyar bikin ku bilindkirina vê daxwazê û têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê bibe berpirsyariyeke wijdanî û mirovî. Tecrîd û îşkence sûcê mirovahiyê ye."
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê ji van saziyan pêk tê:
Civaka Îslamiya Kurdistanê-CÎK
Federasyona Elewiyên Demokratîk-FEDA
Koordînasyona Civaka Êzidiyan li Ewropayê
Platforma Yarsan Ewropayê
Platforma Horam Ewropayê
Cepha Feylî Ewropayê