Piştî greva girseyî ya li Strasborgê meş û mîtîngek hate kirin

Piştî greva birçîbûnê ya 5 rojan a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li pêşiya Parlementoya Ewropayê (PE) hatibû destpêkirin û şûnde meş û mîtîngek hate kirin.

Piştî greva birçîbûnê ya girseyî ya bi sedan kesî li pêşiya KE’yê hatibû destpêkirin û şûnde li Qada Kleber a navenda Strasboûrgê meşek girseyî hate kirin.

Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Em hemû Leylan e’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kujer Erdogan’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ bi zimanên Îngilîzî, Fransî, Elmanî, Tirkî û Kurdî hatin qîrkirin. Dîsa wêneyên Leyla Guven, Nasir Yagiz û 14 berxwedêrên li Strasboûrgê di grevê de û berxwedêrên din hatin hildan. Pankarta wêneyê Ûgûr Şakar ê li Elmanyayê xwe şewitandibû û nivîsa ‘Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin, Kurdistanê Azad bikin’ a bi zimanê Fransî li ser hate vekirin.

Piştî meşa bi qasî 3 kêlometreyan bi şûnde li Qada Kleberê mîtîngek hate kirin.

 ‘OCALAN AZAD NEBE KURDISTAN AZAD NABE’

Endamê Desteya Pîran a Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA) Pîr Riza Yagmûr axivî bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkayên qirker- faşîst ên dewleta Tirk û got: “Gelê Kurd wê bi ruhê şikandina tecrîdê biçe ser sindoqan û şaredariyên hatine dagirkirin vegerînin.”

Pîr Dogan domdarî got: “Heta Ocalan azad nebe Kurdistan azad nabe. Divê dema pêşiya me Kurd li ser lingan be, li ber xwebide ku Rêbertiya xwe û Kurdistanê azad bike.

Di mîtîngê de analîstvan Thoreaû Redcrow ê bi xebatên xwe yên li ser gerîlayên Kurd tê naskirin axivî. Redcrow bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku hêza li pişt çeteyên DAÎŞ’ê hişmendiya faşîst a AKP-MHP’ê heye.

Redcrow diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan nayê pejirandin û destnîşan kir ku Ocalan jî mîna M Nelson Mandela tecrîd li ser tê kirin.

Li ser navê Partîzanan jî axaftin hatin kirin û hate gotin ku divê gelên din jî li gel Kurdan li dijî faşîzmê têkoşînê bike.

Di dawiya mîtîngê de hate gotin ku greva birçîbûnê ya girseyî ku 5 rojan a li Strasboûrgê tê lidarxistin wê roja Yekşemê û pêve li pêşiya Konseya Ewropayê bidome.