Pedersen: Divê Tirkiye dawî li êrîşan bîne
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Geîr Pedersen diyar kir ku çalakiyên tundiyê yên dewleta Tirk cihê fikaran e û xwest ku dawî li êrîşên li ser sivîlan û cih û warê sivîlan bê anîn.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Geîr Pedersen diyar kir ku çalakiyên tundiyê yên dewleta Tirk cihê fikaran e û xwest ku dawî li êrîşên li ser sivîlan û cih û warê sivîlan bê anîn.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geîr Pedersen bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkildarî çalakiyên tundiyê yên li Sûriyeyê ku dema dawî zêde bûne daxuyaniyek weşand.
'TIRKIYE ÊRÎŞÎ CIH Û WARÊ SIVÎLAN DIKE'
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Geîr Pedersen bi bîr xist ku li gelek herêmên Sûriyeyê şer diqewime û işaret bi êrîşên hewayî yên dewleta Tirk kir ku li hemberî Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Pedersen got, "Agahiyên bi fikar ji me re tên ku li Bakurrojhilatê Sûriyeyê tundî zêde bûye" û diyar kir ku dewleta Tirk êrîşî binesaziya sivîl dike ku dibe sedema mirina mirovan.
'DIVÊ DAWÎ LI ÊRÎŞÊN LI SER CIH Û WARÊ SIVÎLAN BÊ ANÎN'
Pedersen diyar kir ku êrîşên jinûve destpê kirine li dijî biryarên Sûriyeyê yên bi hejmara 2254'an ên sala 2015'an ên Konseya Ewropayê ye û got, "Ev şer di heman demê de li pêşiya têkoşîna li dijî terorîzmê astengî ye."
Pedersen berpirsyariyên aliyan ên hiqûqa navneteweyî bi bîr xist û xwest ku dawî li êrîşên li ser sivîlan û cih û warê sivîlan bê anîn.