PE'yê di mijara Tirkiyeyê de rexneyeke tund li YE'yê kir

Raporê Tirkiyeyê yê li PE'yê û Delegasyona YE-Tirkiyeyê ragihandin ku xemsariya li pêşberî doza girtina HDP'ê û vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê, 'şaş û metirsîdar' e.

Di daxuyaniyê de, ku beriya civîna bilind a Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li ser polîtîka û têkiliyên bi Tirkiyeyê re hate dayin, polîtîkaya yekîtiyê ya li ser bêdengmayina li zextên li Tirkiyeyê hate rexnekirin.

Daxuyanî ji aliyê Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamenta Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor û Serokê Delegasyona Parlamenterên Yekîtiya Ewropa-Tirkiyeyê Sergey Lagodînsky ve hate weşandin.

Di raporê de fikarên li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê hate vegotin û hate destnîşankirin ku ji bo 'ajandayeke erênî' bi Enqereyê re dest pê bike, divê ev yek li ser bingeha danûstandinên mafên mirovan be.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, hikumeta Tirk rojên dawî gelek gavên neyînî avêt ku bandoreke giran li hiqûqê û mafên mirovan dikin û işaret bi polîtîkaya zordar hate kirin. Betalkirina Peymana Stenbolê, doza li dijî HDP'ê, birîna cezayê girtîgehê li Selahattîn Demîrtaş heman piştî biryara DMME'yê û betalkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû û destgîrkirina wî li meclîsê weke çend ji mînakên vê yekê hatin nîşandan.

REXNEYA LI KOMÎSYON Û KONSEYÊ

Di daxuyaniyê de banga Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Josep Borrell a ji bo bicihanîna berpirsyariyên demokratîk hate bibîrxistin û işaret bi hevdîtinên Serokê Konseya YE'yê Charles Michel û Seroka Komîsyona YE'yê Ursula von der Leyen ên bi Erdogan re hate kirin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Michel û Von der Leyen di hevdîtina çend roj berê de cih nedan binpêkirina mafên mirovan, ku vê yekê ew matmayî hiştiye.

PEYAMÊN ŞAŞ Û METIRSÎDAR JI TIRKIYEYÊ RE TÊNE DAYIN

Di daxuyaniyê de nerazîbûn ji vê xemsariya Konsey û Komîsyona YE'yê ya têkildarî Tirkiyeyê hate nîşandan û hate gotin, "Peyama ku ji hikumeta Tirk re tê dayin şaş e û metirsîdar e."

'NABE KU MAFÊN MIROVAN BIBE QURBANÊ REALPOLÎTÎKÊ'

Di daxuyaniyê de piştgirî ji hewldanên kêmkirina rageşiya navbera welatên YE'yê û Tirkiyeyê ya di mijara Rojhilatê Derya Spî de hate dayin û girîngiya têkiliyên baş bi Tirkiyeyê re hate destnîşankirin. Lê belê di daxuyaniyê de hate gotin, "Lê belê Tirkiye ji ber ku ne welatekî ji rêzê yê sêyemîn e û welatekî yekser namzetê Yekîtiya Ewropayê ye, ev têkilî bi rengekî çavgirtî nabe bê meşandin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Mafên mirovan û dewleta hiqûqê nabe ku bibin qurbanê realpolîtîkê."