Partiyên Hollandî, Elman û Fransî peyama piştevaniyê dane HDP'ê

Partiyên çepgir û sosyalîst ên Hollandî, Elman û Fransî peyama piştevaniyê dane HDP'ê.

Serokê Senatoya Partiya Sosyalîst a Hollanayê Tîny Kox û Seroka Meclîsa Nûneran Lîlîan Marîjnîssen, Hevserokên Partiya Çepgir a Elman (DÎE LÎNKE) Jannîe Wîssler û Susanne Hennîng-Wellsow û Serokê Partiya Sosyalîst a Fransayê Olîvîer Faure têkilî êrîş û doza girtinê ya li ser HDP'ê peyma piştevaniyê ji Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar re şandin.

Ji Partiya Sosyalîst  Hollandî Tîny Kox û Lîlîan Marîjnîssen di daxuyaniyê de êrîş, rakirina destlêdanê ya parlamenterên HDP'ê şermezar kirin û gotin ''Em lêgerîna rayedarên Tirk ên ji bo girtina HDP'ê ku partiya sêyan a welêt e, li dijî rêgezên sereke yên demokrasiyê dibînin. Ev bi rengekî aşkere binpêkirina vîna hilbijêran e ku di hilbijartina dawî de derketiye holê.''

Tîny Kox û Lîlîan Marîjnîssen li ser neberdana Demîrtaş jî gotin, ''Tirkiye ya ku endameke Konseya Ewroayê ye binpariyên xwe bi rengekî aşkere binpê dike û ev nayê qebûlkirin û ev binpêkirin bêencam namîne.''

Hevserokê DÎE LÎNKE ya Partiya Çepgir a Elman Susanne Hennîng-Wellsow jî di peyama xwe de bal kişandin ser sûcdarkirinên qelp, rakirina destlênedana partlamenteran, girtina medyayê, kuştina sivîlan, xirakirina Sûrhê, ji peywirê girtina şarearan, dagirkirina Rojava û gotin,''Niha jî weke ku plansaziya wê hatibe kirin ku rejîm muxalefetê bi temamî ji holê rake, pêleke nû ya destlênedanê û girtinê dane destpêkirin. Tê zanîn, em DÎE LÎNKE her carê çi kesê ku mafê mirovan, azadî û dadê tine dihesibîne, her carê şermezar dikin.

Em wêrekî, hêz û berxwedaniya hevrêyên HDP'yî dibîni. Li gel ku rewş xirab e jî we rêya xwe û têkoşîna xwe domand. Em DÎE LÎNKE piştevanê we ne.''

Fransa Sosyalist Parti Başkanı Olivier Faure:

Serokê Partiya Sosyalîst a Fransayê Olîvîer Faure jî got ew rejîma otorîtera Erdogan û polîtîkayên wî yên ku ji gelê Kurd û hilbijartiyên demokratîk ên HDP'ê terorîst dibêje, şermezar dikin. Fure bal kişande ser girtina hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, gava hevşibe a li ser Omer Faruk Gergerlîoglu bi bîr xist û got, ''Ev bû destpêka zexta mayinde ya li ser HDP'ê.''

Têkilî doza girtina HDP'ê jî Fure got, ''Bi gava ji bo girtina HDP'ê rîksa ku li Tirkiyê demokrasî bi temamî ji holê rabe derketiye holê. ''

Faure herî dawî diyar kir ew piştevanê HDP'ê ne, ji bo ku rewşa wan li Ewropayê û Fransayê zêdetir were zanîn ew ê xebatan bikin.