Partiya Gel a Sosyalîst a Danîmarkayê destek da greva birçîbûnê
Parlamentera Partiya Gel a Sosyalîst a Danîmarkayê Trîna Torp û Alîkarê Şaredarê Gladsaxeyê Serdar Benlî, serdana Kurdistaniyên li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê kirin.
Parlamentera Partiya Gel a Sosyalîst a Danîmarkayê Trîna Torp û Alîkarê Şaredarê Gladsaxeyê Serdar Benlî, serdana Kurdistaniyên li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê kirin.
Parlamentera Partiya Gel a Sosyalîst a Danîmarkayê Trîna Torp û parlamenterê berê yê heman partiyê Serdar Benlî li Kopenhagenê serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin çalakiya wan.
Torp diyar kir, binpêkirina mafên mirovan li Tirkiye û Kurdistanê zêde bûye û got, ew ê piştgiriyê bin însiyatîfa ku parlamenter ji bo destekkirina Leyla Guven dixwazin ava bikin.
Alîkarê Şaredarê Gladsaxeyê Serdar Benlî jî got, wê piştgiriya xwe ya bi berxwedana gelê Kurd a li dijî zext û êrîşan bidomînin.
Kurdistaniyên li navenda Kopenhagenê ketine greva birçîbûnê, bi zimanên Danîmarkî, Kurdî, Erebî û Tirkî agahiyê didin gel. Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangê dikin ku destekê bidin greva wan a birçîbûnê.
Çalakgeran li ser tecrîdkirina Ocalan û êrîşên dewleta Tirk belavokan belav dikin û ji bo şermezarkirina dewleta Tirk û daxwaza berdana Ocalan dirûşman diqîrin.