Parlementera ji Awûstralyayê Boyd: Abdullah Ocalan divê azad bibe

Parlementera Partiya Keskan a Awûstralyayê ya Eyaleta Gallera Nû (NSW) Abîgaîl Boyd, anî ziman ku divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were misogerkirin.

Parlementera Partiya Keskan a Awûstralyayê ya Eyaleta Gallera Nû (NSW) Abîgaîl Boyd, di axaftina xwe ya Parlementoya Eyaleta NSW’ê ya Sydneyê de destnîşan kir ku divê demildest tecrîd ku binpêkirina qanûnên navneteweyî ye, were rakirin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.

‘DEWLETA TIRK QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ JÎ BINPÊ DIKE’

Boyd wiha got: “Ez beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya bi sernavê “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” bûm ku ji aliyê Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awûstralyayê ve 11’ê Cotmehê li ber Parlementoya Eyaleta NSW’ê hat lidarxistin. Ocalan zêdetirî 3 sal in ji ber şert û mercên giran ên tecrîdê nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Herî dawî di sala 2021’an de destûr hatibû dayîn ku bi malbata xwe re bi rêya telefonê hevdîtinek kurt bike. Ev polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Ocalan, binpêkirina qanûnên Tirkiyeyê û navneteweyî ye. Ocalan û PKK’ê bi dehan sal in ji bo azadî û mafên demokratîk ên gelê Kurd li dijî dewleta Tirk têdikoşin. Abdullah Ocalan ji bo hemû Kurdên seranserê cîhanê û diasporaya Kurdan a li Awûstralyayê ronahiya hêviyê ye. Di heman demê de sembola berxwedana 100 salî ya li dijî zilma dewleta Tirk e. Ji bo ku Abdullah Ocalan di çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd de rola xwe bilîze, divê demildest tecrîda mutleq bê rakirin û bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Em Partiya Keskan bang li hikûmeta Eyalaeta Gallera Nû (NSW) dikin ku divê bi gelê Kurd re piştevaniyek xurt bikin û piştgirî bidin banga azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan.”