Nobeda Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 591'ê de ye

Çalakiya nobedê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di hefteya 591'ê de bi komek ji Belçîkayê dewam dike.

Çalakiya nobedê ku ji aliyê Înîsiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, di hefteya 591'ê de ye.

Çalakiya vê hefteyê bi koma ji 4 Kurdên herêma Antwerpen a Belçîkayê dewam dike.

Welatparêzên Kurd ên bi navê Cesûr Rekawt, Hamîd Seîdî, Seîd Huseynî û Efşîn Hatemî diyar kirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakiya xwe dewam bikin.

Çalakgerên hefteya derbasbûyî koma ji bajarê Munchen ê Elmanyayê bû.