Nobeda Azadiyê di hefteya 584'an de ye
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê tê lidarxistin, bi komek ji sê welatparêzên ji saziyeke alîkariyê dewam dike.
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê tê lidarxistin, bi komek ji sê welatparêzên ji saziyeke alîkariyê dewam dike.
'Nobeda Azadiyê' ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re li dijî tecrîdê û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê destpê kir, dewam dike.
Çalakgerên vê hefteyê Suleyman Kûle, Mehmet Okan û Mûrat Demîr in ku li Fransayê karên mirovî dikin û bi navê saziya xwe tevlî çalakiyê bûne.
Berdevkê komê Suleyman Kûle diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke mutleq de ye, nikarin agahiyê jê werbigirin û got, "Heta ku Rêberê me azad bibe em ê nobeda xwe dewam bikin."
Berdevkê komê bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê, Parlamenta Ewropayê û saziyên din ên Ewropayê ya li hemberî tecrîdê şermezar kir û bang li raya giştî ya Ewropayê kir ku li ser mijarê baldar be.