Nobeda Azadiyê aktivîstên TJK-E’yê dewir girtin

Nobeda Azadiyê ya bi armanca azadiya fîzîkî û dawîbûna tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, aktivîstên TJK-E’yê dewir girtin.

Çalakiya Nobeda Azadiyê ya 25’ê Hezîrana 2012’an ji aliyê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ku bi armanca azadiya fîzîkî û dawîbûna tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg a Fransayê hatibû destpêkirin, di hefteya 466’an de didome.

Nobeta her hefte ji aliyê komek Kurd û dostên xwe ve li qada saziyên Ewropa li hev kom dibin didome, di hefteya 466’an de aktivîstên TJK-E ên ji Elmanya hatibûn dewir girtin.

Li ser navê komê Sakîne Elbîstan axivî û diyar kir ku jin li ser têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo li dijî feodalîz, koletiyê şerekî mezin dike.

Elbîstan wiha domand: “Ocalan xeta me ya sor e. Tecrîda li ser Rêber Apo esasê xwe tinekirina têkoşîna azadiy jina Kurd e. Heta tecrîd bi dawî nebe, em ê têkoşînê bikin.”