FCDK.KAWA daxuyaniyek nivîskî da û got: “Di vê pêvajoya ku me sala 100’emîn a Peymana Lozanê derbas kirî de, gelê Kurd û Kurdistanê hewl dide gefa qirkirineke mezin derbas bike û ji bo vê jî zarokên xwe yên herî bi nirx weke berdêl dide. Weke di dîrokê de, di roja me de jî xeta xiyanetê hebûna xwe didomîne û dibe amûrê siyaseta qirkirinê ya dijminên me. Di demek wiha dîrokî de, hêzên gel û berxwedanê têkoşîneke bê hempa dimeşînin. Di heman demê de jî di şexsê rayedarê PDK’î Alî Ewnî de xiyanetê careke din rûyê xwe rê qirêj nîşan da.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:
“Em van nirxandin û hewldanên xayînane şermezar dikin. Em bang li PDK’ê dikin ku li hemberî zarokên herî bi nirx ên gelê me û têkoşîna wan bi rêzdar be û di nava yekîtiya neteweyî û yekparebûna neteweyî de siyasetê bimeşîne. Divê teqez PDK dest ji xeta xiyanetê berde, têkilî û tifaqên xwe yên bi hêzên mêtinger re pêşxistî biterikîne. Li ser vî bingehî em sekna xiyanetkar a di şexsê Alî Ewnî de derketî holê şermezar dikin. Em bang li gelê her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li ser xeta Berxwedana Neteweyî bi rengekî hevpar têbikoşin. Em bang li gelê xwe yê li Elmanyayê û hemû endamên xwe dikin ku li hemberî van polîtîkayên xiyanetkar bi hestiyar bin û bibin xwedî helwest.”