NAV-BEL'ê li dijî xiyanetê bang li gelê Kurd kir
NAV-BEL'ê bang li gelê Kurd kir ku li hemberî xiyanetê û xizmeta PDK'ê ya ji bo dagirkeran helwestê nîşan bide.
NAV-BEL'ê bang li gelê Kurd kir ku li hemberî xiyanetê û xizmeta PDK'ê ya ji bo dagirkeran helwestê nîşan bide.
Hevserokatiya Navenda Civaka Kurd a li Belçîkayê (NAV-BEL) têkildarî helwest û daxuyaniyên vê dawiyê yên rayedarên PDK'ê yên li dijî tevgera azadiyê daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Di dîrokê de çiqas êrişên dagirkeran hatibin sekinandin jî xwefiroş û xiyanetkar her tim ji bo hawara wan bezîne.
Di vê pêvajoyê de rêveberekî PDK'ê bi daxuyaniyeke dijminatî bang li dagirkeran dike û dibêje, 'Rêveber û gerîlayên PKK'ê bikujin'. Ev helwest xizmetê ji xiyanetkaran re dike. Her wiha ruh û mejiyê xiyanetê ye. Divê ti Kurdên azadîxwaz ji xwefiroşî û xiyanetê re bêdeng nemîne.
Em weke civaka Kurd a li Belçîkayê dibêjin, 'Her Kurdistanî divê helwesta xwe li hemberî xwefiroşî û xiyanetê nîşan bidin. Em bang li mala Barzanî û PDK'ê jî dikin ku vê helwesta xwe di ber çavan re derbas bike. Ji dagirkeran re nebe amûr, nebin xizmetkarê dagirkeran."