Muxalefeta Elman: Hikûmeta Merkel hevkarê sûc ê Erdogan e

Parlementerên di rûniştina li Meclsa Federal a Elmanya têkildarî derketina Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê û doza derbarê girtina HDP’ê de axivîn, bal kişand in ku hikûmeta Merkel hevkarê sûc ê rejîma Erdogan e.

Di rûniştina vê hefteyê de ya Meclîsa Federal a ku li ser pêşniyara Koma Partiya Keskan her hefte mijarên rojevî tê girtina dest û dîsa muxalefet û hikûmeta koalîsyon nîqaş dike, bûyerên dawî yên li Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin.

Di rûniştina bi sernava ‘Êrîşên li ser mafên mirovan ên li Tirkiye, encamên wê yên di siyaseta Elmanya û Ewropayê de’ hate pêkanîn de, li gel peyamên bi HDP’ê re, hate gotin ku derketina Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê jî nayê qebûlkirin.

Di rûniştinê de ewilê ji Partiya Keskan Cladîa Roth mafê axaftinê girt û bêdengiya rojava ya li hember desthilata AKP-MHP’ê bi tundî şermezar kir û got: “Dîktator jî bi qasî şewbê xeter e.” Roth anî ziman ku derketina ji Peymana Stenbolê ya li ser fermana Erdogan, ji bo jinan û Tirkiyeyê mîna sîleyek li rûyê wan bike ve ye. Roth diyar kir ku li Tirkiye tundî bûye parçeyek ji jiyana rojan e.

Roth da xuyakirin ku ji bo dilê koalîsyona faşîs a Erdogan bê xweşkirin, dixwazin HDP a partiya di rêza 3’an de ya herî mezin a Tirkiyeyê kirîmînalîze bike, dixwaz kir ku Osman Kaval, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û yên din bên berdan.

Roht bal kişand ku helwesta hikûmeta Elman û YE’yê xeylên hemû demokratan vala derxist.

Ji Koma Demokratên Xiristiyan (CDU(CSU) a hevkarên mezin ên desthilata Merkel in, Mîchael Brand jî axivî û mîna polîtîkayên muxalîf rexne li rejîma Erdogan kir û got: “Tirkiye endamekî NATO’yê ye û ne tenê di warê leşkerî îtifaq hene û heman demê civakeke ya nirxan e jî. Li ber çavê dinê Tirkiye nirxên NATO’yê ji nedîtî ve tê. Divê li ber şantajan bê tirs, baldar tevger bikin.”

Ji partiya din a hevkarê hikûmetê Partiya Demokratan a Çep (SDP) jî Babreîel Heînrîch jî diyar kir ku Peymana Stenbolê ya Tirkiye jê derketî ji bo jinan garantiyek bû, lê ji niha û şûxwnde jinên li welat rû bi rûyê tundî û mirinê ne.

Heînrîch bang kir ku diviya bû piştî ku Tirkiye doz li partiya HDP’ê ya ku partiya duyemîn a muxalefet e kir û şûnde divê Berlîn û Brûksel, Enqere hişyar bikira. Heînrîch diyar kir ku eger Tirkiye biryara DMME’yê bicih neîne divê biryara pêkanînan bê girtin û ji Konseya Ewropayê bê avêtin. Heînrîch gotinên Wezîrê Karê Derve Maas ên têkildarî Tirkiye jî parast.

Partiya Demokrat a Azad (FDP) a li eniya muxalefetê cih digre jî bang li Merkel kir ku bikeve tevgerê. Ji FDP’ê Byde Jensen got: “Erdogan reformên ku 2’yê Adarê ragihandinbû tenê çav boyakirin bû. Tirkiye bi derketina ji Peymana Stenbolê tê wateya ku jin li Tirkiyeyê di rêza duyemîn de ne. Divê têkiliyên bi Tirkiyeyê re ji nû ve bên rastkirin, divê li gorî peymanê tev bigerin.Divê pêkanînên li Tirkiyeyê ne li ser civaka sivîl li ser Erdogan bi xwe raste rast bê kirin.”

Partiya Çep rexneyên herî tund li hikûmeta Elman a li ber desthilata AKP-MHP’ê bêdenge kir. Parlementera Partiya Çep Sevîm Dagdelen diyar kir ku bi hezaran endam û rêveberên HDP’ê di girtîgehan de ne, niha jî dixwazin HDP’ê bigirin û got: “Çawa ku em li dijî faşîztên Elman derketin, divê em ê li dijî faşîstên Tirk jî derbikevin.”

Ji Partiya Keskan jî Cem Ozdemîr rexne li nêzîkatiya hikûmeta Elmaya ya li hember Tirkiye dide nîşandan û got: “Em li dostan digerin, ne hevkarên sûc.” Ozdemîr rexne li daxuyaniya Wezîrê Karê Derve ya piştî biryara girtina HDP’ê hate kirin û şûnde da jî, kir û got: “Mîna ku ew daxuyanî sefîrê Tirk nivîsandîbû.”