Mélenchon: Gelo Macron soz daye Erdogan ku zextê li Kurdan bike?

Lîderê France Insoumise Jean Luc Melenchon nerazîbûneke tund nîşanî serdegirtina saziyên Kurdan da û got, "Gelo Macron soz daye Îslamiyê Tirkiyeyê bi rê ve dibe ku zextê li Kurdên li Fransayê bike?"

Lîderê tevgera Fransa ya ku serî natewîne (France Insoumise) û parlamenter Jean-Luc Mélenchon têkildarî zextên li ser Kurdan daxuyanî da û destnîşan kir ku serdegirtin yek ji rêbazên tepisandinê yên Macron e.

Jean-Luc Mélenchon bi bîr xist ku serdegirtin di rojeke welê de hate kirin ku daxuyaniyên Macron ên têkildarî hevdîtina 2'ê Adarê yên bi Erdogan re kir li qenala France 5 hatin weşandin û anî ziman ku hevdîtina 2'ê Adarê li ser 'têkiliyên bi Erdogan re' bû. Jean-Luc Mélenchon diyar kir, di vê demê de ku Tirkiye ji aliyê aborî ve tengav bûye, piştî ku Fransayê paşve gav avêt, Erdogan û Macron bi telefonê bi hev re axivîn.

'GELO SOZ DA KU ZEXT Û ZORÊ LI KURDAN BIKIN?'

Jean-Luc Mélenchon li axaftina wê hevdîtinê pirsî û got, "Gelo Macron soz da Îslamîstê Tirkiyeyê bi rê ve dibe (Erdogan) ku zext û zorê li Kurdên li Fransayê bike?"

Jean-Luc Mélenchon Wezareta Karên Hundir û Wezareta Karên Derve ya Fransayê jî rexne kir û got, "Krîmînalîzekirina karên milîtanên Kurd ên li Fransayê li polîtîkayên dîktatoriyê yên Tirk tê."

'FRANSA BI ERDOGAN RE HEMAN SIYASETÊ DIMEŞÎNE'

Jean-Luc Mélenchon bi bîr xist ku di heman demê de li Tirkiyeyê hewldana ji bo girtina HDP'ê heye ku partiya sêyemîn a Tirkiyeyê ye û dengê bi milyonan kesî wergirtiye. Jean-Luc Mélenchon diyar kir ku dema dawî gelek endam û rêveberên HDP'ê hatine girtin.

Jean-Luc Mélenchon bang kir ku dawî li zextên li Kurdên li Fransayê bê anîn û got, "Hikumeta Fransayê divê bi Îslamîstekî mîna Erdogan re heman siyasetê nemeşîne."

'KURD HEVALBENDÊ ME NE; FRANSA GELEK TIŞTAN DEYNDARÊ WAN E'

Jean-Luc Mélenchon di dawiya peyama xwe de destnîşan kir ku Kurd hevalbendên Fransayê ne, li dijî hêzên tarî yên li Sûriyeyê li refên herî pêş cih girtin. Jean-Luc Mélenchon got, "Kurd li herêmê modeleke siyasî ya demokratîk, civakî û femînîst pêşniyar dikin. Fransa gelekî deyndarê wan e."