Meclîsa Biyaniyan xelat da Dr. Beate Ergun

Meclîsa Biyaniyan, xelat da dosta Kurdan Dr. Beate Ergun ku li bajarê Aachenê jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê, merasîma xelatdayînê ku ji aliyê Meclîsa Biyaniyan ve 4 salan carekê tê organîzekirin, hat lidarxistin. Mala Gelê Kurd jî serî li merasîmê dabûn. Dosta Kurdan Dr. Beate Ergun ku di 17’ê Hezîranê de ji ber ûrê di mejî de jiyana xwe ji dest da, hejayî xelatê hat dîtin. Li ser navê Ergun hevjîna wî Ramazann û birayê wî Monîka beşdarî merasîmê bûn.

Dr. Beate Ergun bi xizmeta xwe ya ji bo penaberan dihat naskirin.