Meclîsa Aurîchê 5’emîn kongreya xwe li dar xist
Li bajarê Elmanya Aurîchê bi tevlîbûna 71 deleqeyan Meclîsa Aurîchê (Oldenbûrg) 5’emîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de rewşa dawî û pêvajoya siyasî hate nirxandin.
Li bajarê Elmanya Aurîchê bi tevlîbûna 71 deleqeyan Meclîsa Aurîchê (Oldenbûrg) 5’emîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de rewşa dawî û pêvajoya siyasî hate nirxandin.
Meclîsa Aurîchê îro saet 13:00’an li Salona Metadrom Evencenter bi tevlîbûna 71 deleqeyan 5’emîn kongreya xwe li dar xist.
Kongre ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û dîwan hate hilbijartin. Destpêkê Hevserokê NAV-DEM’ê Tahir Koçer axivî û got; “Pêwîst e em ji her demê zêdetir hestiyar bin û xwedî li pêvajoyê derbikevin. Rakirina tecrîda li ser Rêber Apo azadiya civakê ye. Divê em bi ruhê seferberiyê li ser pêya bin. Divê em xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê derbikevin.”
Piştî axaftinê, rapora salekê ya meclîsê hate xwendin, kar û xebatên salekê hate nirxandin. Piştre Hevserokên Meclîsa Aurîch (Oldenburg) hatin hilbijartin.
Li aliyê din di kongreyê de komîsyona Rêxistinê (11) kes , komîsyona displînê (3) kes, komîsyona Ciwanan (8) kes, Komîsyona Çand û Hûnerê (3) kes, komîsyona Aştî û Çareseriyê (7) kes, Komîsyona karên derve (3) kes, komîsyona Rojava (5), komîsyona perwerdê (3), komîsyona Malbatê Şehîdan (8) kes, komîsyona werzişê (Spor) (3) kesan pêk tê hatin hilbijartin.
Kongre bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Azadî’ bidawî bû.