Malpera înternetê ya TCŞ'ê dest bi weşanê kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ku li Ewropayê kar dike, malpera xwe ya înternetê xiste weşanê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ku li Ewropayê kar dike, malpera xwe ya înternetê xiste weşanê.

Hate ragihandin ku malpera înternetê ya ku bi zimanên Kurdî û Tirkî weşanê dike, wê dema bê bi Îngilîzî û Elmanî jî weşanê bike.

Malpera înternetê ji vê lînkê dikare bê peydakirin:

https://tcs-ewropa.com

Di malperê de li gel nirxandin û daxuyaniyên têkildarî rojevên rojane her wiha gelek materyalên hêjayî arşîvê jî dikarin bêne peydakirin. Di serî de nivîs û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser mijarên jin ên ciwan, enternasyonalîzm û gelek kategoriyên din wê nivîs hebin.

Edîtorya malperê bang li ciwanên Kurdistanî kir ku malperê bi rengekî çalak bi kar bînin, pêşniyar û nêrîna xwe jî ji navnîşana [email protected] re bişînin.