Lîderê Partiya Çepgir a Swêdê: Em li gel HDP'ê ne
Lîderê Partiya Çepgir a Swêdê Jonas Sjostedt bi Kurdistanî û Tirkiyeyiyan re civînek danî û got, ew ê piştevanê HDP'ê û çepgirên Tirk bin, ku zext û zordarî li ser wan heye.
Lîderê Partiya Çepgir a Swêdê Jonas Sjostedt bi Kurdistanî û Tirkiyeyiyan re civînek danî û got, ew ê piştevanê HDP'ê û çepgirên Tirk bin, ku zext û zordarî li ser wan heye.
Sjostedt di civînê de ya li Komeleya Piştevaniyê, têkilî geşedanên Swêdê, Ewropa û Tirkiyê axivî.
ERDOGAN DIJÎ DEMOKRASIYÊ YE Û OTORÎTER E
Slojtedt bi bîr xist ku li cîhanê li gelek welatan kesên otorîter hatine ser desthilatê, navê Serokkomarê Tirk Erdogan jî da û got, ''Ev ji sîsîka xwe ve lîderên dij-demokratîk û otorîter in. Her ku diçe hijmara wan zêde dibe.
Slojtedt got girîng e ku hêzên çepgir li dij van derkevin, alternatîfan ava bikin û piştevaniya navnetewî diyar bibe.
JI BO TIRKIYÊ ŞERÊ DIJÎ KURDAN JI ŞERÊ DIJÎ DAÎŞ'Ê GIRÎNGTIR BÛ
Sjostedt polîtîkaya firotina çekan a Swêde rexne kir, êrîşa li ser Efrînê bi bîr xist û got, ''Em dizanin tangên Elman ên ku ketin Efrînê, aletên şîrketa Swêd Saab bi kar anîn û pergala demokratîk a li Sûriyê bombe kirin. Ji bo Tirkiyê şerê li dijî Kurdan, ji şerê dijî DAÎŞ'ê girîngtir bû.''
ÇARENÛSA ŞER LI KOBANÊ DIYAR BÛ
Sjostedt bal kişande ser serkeftina QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê û got, ''Çarenûsa şer li Kobanê diyar bû. Li wir li djî DAÎŞ'ê serkeftina pêşî hate bidestxistin. Ên ku di vî şerî de bi ser ketin, ne hêzên rastgri û muxafazakar bû. Bi piştevaniya hêzê nnavnetewî û zîrektiya şer a Kurdan DAÎŞ hate şikandin.''
TIRKIYÊ Û ERDOGAN BI DAÎŞ'Ê RE TIFAQ DANÎN
Lîderê Partiya Çepgir got hikûmeta Tirk û Erdogan ti carî şerê DAÎŞ'ê û mîna wê nekirine, berevajî hevkarî bi wan re kirine û got, ''Çekên wan di ser Tirkiyê re çûn. DAÎŞ li gor dilê xwe diçûn Tirkiyê û jê derdiketin. Petrol jî firotin Tirkiyê. Ji bo Tirkiyê şerê li dijî Kurdan û çepgirên radîkal ji şerê dijî DAÎŞ'ê girîngtir bû. Lê cîhana ROjava îxanet kir, bêdeg ma. Ji bo ku penaberan ji Ewropayê dûr bigirin gelek pere birin Tirkiyê. Çek firotin. Gotine Erdogan, ''tişta ku dixwazî bike em berê xwe didin aliyê dî.''
HEKE ÊRÎŞÊ BIBIN SER ROJAVA WÊ FATOREYA VÊ YA SIYASÎ Û ABORÎ ÇÊBIBE
Sjostedt got heke Erdogan êrîşê bi ser Rojava de bibe fatoreya vê ya aborî û siyasî wê ji bo Tirkiyê çêbibe û got heke pergala Rojava ji holê were rakirin, li Tirkiyê zext û êrîş wê zêde bibin.
EM Ê BI HDP'Ê RE HEVGIRTINA XWE BIDOMÎNIN
Sjostedt piştevaniya xwe ya ji bo HDP'ê diyar kir û got, ''Partiya Çepgir wê li cem HDP'ê be û vê mîna peywireke piştevaniya navnetewî dibîne. Em ê dîsa biçin danişînên HDP'yiyan û di hilbijartinan de bibin çavdêr.''
Sjostedt got Erdogan heke çepgirê biçewisîna Tirkiyê bi dehan salan wê bi paş ve biçe û encamên wê yên negatîf wê ji bo herême jî hebin û girîngiya piştevaniyê ya ji bo HDP'ê û tevgerên çepgir destnîşan kir.
EM DESTEKÊ DIDIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
Lîderê Partiya Çepgir a Swêd got ew bi sempatî nêzî çalakiya greva birçîbûnê dibin, destekê didine çalakiyê û domand, ''Em Leyla Guven û çalakvanên din ên greva birçîbûnê ji nêz ve dişopînin. Min serdana greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê û deverên din kir. Dema ku çûme Tirkiyê ez ê li cih rewşê bişopînim.''
Sjostedt got ew ê dîsa greva birçîbûnê li platformên cuda bînin rojevê û diyar kir, ew ê rewşa girtiyên siyasî, mafên Kurdan, pêdiviya bi çareseriyeke aştiyane, derxistina ji lîsteya terorê ya PKK'ê û ji bo ku dîsa hevdîtinên aştiyê dest pê bikin, hewl didin û van mijaran bînin rojevê.
Sjostedt ji bo ku di hilbijartina 31'ê Adarê de bibe çavdêr Înê çû Tirkiyê.