Li Zurîhê ji bo rojnamevan Çagan çalakî hat lidarxistin
Endamên TCŞ û TekoJIN’ê li ber navenda ku rojnamevan Ahmed Azad Çagan ji bo dersînorkirinê lê tê girtin, çalakî kirin û xwestin bê berdan.
Endamên TCŞ û TekoJIN’ê li ber navenda ku rojnamevan Ahmed Azad Çagan ji bo dersînorkirinê lê tê girtin, çalakî kirin û xwestin bê berdan.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ku rojnamevan Ahmed Azad Çagan lê girtiye, çalakiyek li dar xistin.
Ciwanan piştî berzkirina dirûşmeyên ji bo azadiya Çagan ev daxuyanî dan:
“Di demên dawî de zextên dewleta Swîsreyê li ser Kurdan gihiştiye asteke ku dewleta Tirk tîne bîra mirov. Hevalê me rojnamevan Ahmed Azad Çagan ji ber ku jiyana wî di xeteriyê de bû neçar maye xwe bispêre Ewropayê û daxwaza penaberiyê li Swîsreyê kir. Lê belê rayedarên Swîsreyê biryara dersînorkirina wî dan. Em vê rewşê weke rewşeke ku jiyana Çagan dixe xeteriyê dinirxînin û qebûl nakin ku mafên hevalên me yên polîtîk neyên dayîn. Em ê her dem li her derê azadiya hevalê xwe biqîrin.”