Li Zurîhê ji bo 29 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîma bîranîna hat lidarxistin
Ji bo 29 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Zurîhê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo 29 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Zurîhê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo 29 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bibûn, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Bîranîn li Komeleya Rojava hat lidarxistin. Endamên Komeleya Rojava, endamên dîwana Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê CDK-S, hevserokên meclîsê, malbatên şehîdan û bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Li ser navê Komeleya Rojava endamê PYD’ê Abbas Omer axivî.
Abbas Omer da zanîn ku salvegera damezrandina PYD’ê ye û got: “Me dixwest damezrandina PYD’ê bi şahiyekê pîroz bikin, lê em ji bo bîranîna hevalên xwe yên di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, li vir in. Şehîd rûmeta gelê Kurd e. Em li ser rêya şehîdan in. Em ê tu carî li hember van êrîşên li dijî mirovahiyê serî netewînin.”
Li ser navê Komîsyona Jinan a Komeleya Rojava Gulîstan Sadûn axivî û diyar kir ku divê li dijî êrîşên li ser Şoreşa Rojava helwesteke cidî bê nîşandan.
Endamê Desteya Rêveber a CDK-S'ê Emrullah Bîngul jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku di têkoşîna ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de berdêlên giran hatine dayîn û got: “Ev têkoşîn wê mezintir bibe.”
Li ser navê malbata Şehîd Xwînrêj Temê ku yek ji 29 şehîdên bajarê Dêrikê ye, Abdulhadî Temê axivî. Temê diyar kir ku Xwînrêj demek dirêj di karê asayîşê de cih girtiye û got: ““Li her qadê têkoşiya. Herî dawî jî tevlî xebatên li dijî kesên tiryakê difiroşin û li Rojava aloziyê derdixin de cih girt. Şehîd ne tenê şehîdê me ye, şehîdê vî gelî ye. Bila serê hemû gelê me sax be.”
Bavê Şehîd Xwînrêj Temê, Mihemed Temê bi rêya telefonê tevlî merasîmê bû û beşdaran silav kir.
Di dema axaftina malbata şehîd de kêliyên hestiyar çêbûn.
HETA KU KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ NEYÊ PÛÇKIRIN, EM NIKARIN DESTKEFTIYÊN XWE BIPARÊZIN
Cîgirê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer jî bi rêya dîmen beşdarî bîranînê bû û peyamek da. Koçer anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina destkeftiyên Kurdan e û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji bo tunekirina destkeftiyên li Rojava serî li hemû tiştê dide. Ev hevalên me yên şehîd bi awayekî aktîf beşdarî têkoşîna li Rojava bûn. Divê gelê me yê li Ewropayê bi xurtî xwedî li Şoreşa Rojava derkeve. Heta ku ev komplo neyê pûçkirin em nikarin destkeftiyên xwe yên li Rojava biparêzin.”
Şîn heta saetên êvarê dewam kir.