Li Viyanayê çalakiya li dijî biryara DYE'yê ya li dijî 3 kadroyên pêşeng ên PKK'ê

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, biryara DYE'yê ya li dijî 3 kadroyên pêşeng ên PKK'ê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji Votivparkê heta ber Konsolosxaneya DYE'yê meşek hate lidarxistin û biryara DYE'yê ya li dijî 3 kadroyên pêşeng ên PKK'ê wergirtiye hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên sê rêveberên PKK'ê hate hildan û dirûşmên "Bijî PKK", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Ciwanan di çalakiyê de ragihandin ku li dijî êrişên dagirker qirker wê timî li qadan bin. Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.