Li Venedîkê otobus ji pirê wergeriya, herî kêm 21 kes mirin

Li bajarê navdar ê Îtalyayê Venedîkê otobuseke rêwiyan ji pirê ket û agir pê ket. Herî kêm 21 kes mirin, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn.

Waliyê herêma Veneto ku Venedîk bi ser wê ve ye Lûca Zaîa diyar kir ku li gorî bîlançoya destpêkê 21 kes mirin, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa gelek ji birîndaran giran e.

Walî got, "Trajediyeke gelekî mezin bû." Qeza 3'ê Cotmehê bi dema herêmî saet di 19:30'î de qewimî. Otobusê di navbera navenda bajêr û kampekê de tûrîst dibir û dianî.

Li gorî rojnameya Îl Corîere della Sera, otobus piştî ku ji rê derket, ji bilindahiya bi 30 metreyî wergeriya. Arkujiya Venedîkê jî diyar kir ku agir bi otobusê ket.

Serokwezîr Gîorgîa Melonî piştî qezayê peyama sersaxiyê weşand.

Alîkarê Serokwezîr Matteo Salvînî jî diyar kir ku ajokarê otobusê dibe ku nexweş ketibe, lewma qezayê rû dabe.