Li Toûloûse û Marsîlyayê zextên li Fransayê protesto kirin
Li bajarên Toûloûse û Marsîlya yên Fransayê, aktîvîstên TCŞ’ê û TekoJIN zextên duh li Fransayê li dijî Kurdan pêkhat protesto kirin.
Li bajarên Toûloûse û Marsîlya yên Fransayê, aktîvîstên TCŞ’ê û TekoJIN zextên duh li Fransayê li dijî Kurdan pêkhat protesto kirin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya ya Fransayê çalakvanên TCŞ û TekoJIN di saetên êvarê hatin cem hev û polîtîkayên Fransa yên li dijî Kurdan protesto kirin.
Ciwan li stasyona St. Charles li hev civiyan û li ser polîtîkayên li dijî Kurdan û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavokên bi zimanê Fransî belav kirin.
Ciwanan diyar kirin ku ew ê çavê xwe ji polîtîkayên qirêj ên Fransa yên li dijî Kurdan re negirin, ciwanan li stasyona trenê xwepêşandanek li dar xistin.
Di çalakiya ku di bin navê “Hûn nekarin bi polîtikayên xwe me ciwanên Kurd bidin paş. ciwan wê li hember van polîtîkayên qirêj bêdeng nemînin” hatibû lidarxistin de berdewam dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.
TOÛLOÛSE
Li bajarê Toûloûse ya Fransa jî çalakiyek protestoyî hate li dar xistin.
Kurdistanî li ber valîtiya Toûloûse kom bûn û mitîngek li dar xistin. Di axaftinên mîtîngê de hatin pêşkêşkirin de hate gotin, “Hikûmeta Fransayê bi zexta ku li Kurdan dike hewl dide ku têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re çareser bike. Yên difikirin ku ew ê bi van zextan gelê Kurdistanê bitirsînin wê xelet bin.”
Çalakiya ku bi qasî saetekê dom kir, bi dirûşm û bangewaziya "Her kes li dijî van zextan dakeve qadan" bi dawî bû.