Li Toûloûse piştgiriya ji bo greva birçîbûnê
Ji bo destekkirina çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê tên lidarxistin, li bajarê Toûloûse yê Fransayê çalakiyek hate organîzekirin.
Ji bo destekkirina çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê tên lidarxistin, li bajarê Toûloûse yê Fransayê çalakiyek hate organîzekirin.
Çalakî ji aliyê Komîteya Ciwanan a Toûloûse ve hate lidarxistin.
Rustem Varto li çalakiyê axivî û pêvajoya siyasî nirxand. Varto diyar kir ku berxwedana Leyla Guven berxwedana wan e û got, "Greva birçîbûnê ya Leyla Guven niha di roja 53'an de ye. Greva ku bi kesekî dest pê kir gihîşt bi hezaran kesî."
Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.