Li Toskanayê li dijî şer meşek hat lidarxistin: Firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestînin
Di meşa li dijî êrîşên dewletên dagirker ên li dijî Kurdistan û Filistînê de, ji dewleta Îtalyayê hat xwestin ku firotina çekan a ji bo dewleta Tirk rawestîne.
Di meşa li dijî êrîşên dewletên dagirker ên li dijî Kurdistan û Filistînê de, ji dewleta Îtalyayê hat xwestin ku firotina çekan a ji bo dewleta Tirk rawestîne.
Li bajarê Pîssa yê bajarê Toskana yê Îtalyayê bi beşdariya bi dehan saziyên çep-sosyalîst, xwendekar û çalakvanan li dijî şer meşek hat lidarxistin.
Kurdistaniyan jî tevlî meşê bûn. Di çalakiyê de hat xwestin ku êrîşên Îsraîlê ên li ser gelê Filistînê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd bên rawestandin û dewleta Îtalyayê jî firotina çekan a ji bo dewleta Tirk rawestîne.
Axaftvanan daxwaz kirin ku dewletên rojavayî bi taybetî Îtalya dev ji firotina çekan ji bo Tirkiyeyê berde. Her wiha daxwaz kirin ku di zûtirîn demê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê û êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê bên rawestandin.
Axaftvanan her wiha destnîşan kirin ku ew li bendê ne ku ji aliyê hikûmeta Îtalyayê ve daxuyaniyeke nivîskî ya şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk were dayîn.