Li Sydneyê têkîldarî Komploya 9’ê Cotmehê civîna gel hat lidarxistin
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê têkîldarî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê civîna gel hat lidarxistin.
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê têkîldarî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê civîna gel hat lidarxistin.
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk têkîldarî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê civîna gel hat lidarxistin.
Hevserokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal bi rêya dîmen beşdarî civînê bû û Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û têkoşîna li dijî komployê nirxand.
Kartal da zanîn ku armanca Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi temamî tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.
Kartal diyar kir ku bi saya têkoşîna dîrokî ya li dijî komployê hêzên desthilatdar nekarîn bigihêjin armancên xwe.
Kartal got ku ew armanc dikin bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Aştiyane” azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd mîsoger bikin.
Kartal bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava da û da zanîn ku di van êrîşan de pêdiviyên jiyanî yên gelê sivîl tên hedefgirtin û bi bombe barandina li embarên avê, santralên elektrîkê, sîloyên genim û nexweşxaneyan gel neçarî koçberiyê tê hiştin. Kartal destnîşan kir ku gelê Rojava bi hêzên parastina QSD û YPG/YPJ’ê li ber xwe didin û van êrîşan pûç dikin.
Remzî Kartal da zanîn ku çarenûsa çar parçeyên Kurdistanê bi hev re girêdayî ye û got ku êrîşên îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker ku bi PDK’ê re pêşxistiye, li hemberî berxwedana bi heybet a gerîla encam negirtiye.
Civîna gel piştî pêşandana sînevîzyona bi mijara Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi dawî bû.