Li Sydneyê tecrîd hat protestokirin

Li bajarê Sydney ê Ewûstralyayê Kurdistaniyan tecrîd protesto kir û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.

Li bajarê Sydney ê Ewûstralyayê Kurdistaniyan bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedî derketina li grevên birçîbûnê, çalakî pêk anîn. 

'ÇAV JI VÎ SÛCÊ MIROVAHIYÊ RE NEGIRE'

Kurdistaniyên li qada Cirqular Quay/Custom House li hev civiyayî, çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê hatî destpêkirin hatin silavkirin. Di daxuyaniyê de ya li ser navê Komîteya Amadekar hatî kirin, bang li li dewleta Ewûstralya û rêxistinên civaka sivîl hate kirin ku li dijî tecrîdê bekevin tevgerê. Di çalakiyê de peyama, ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, nebe hevparê vî sûcî’ hate dayîn.

Di çalakiyê de bi armanca agahdarkirina raya giştî ya Ewûstralyayê belavok hatin belavkirin.