Li Swîsreyê pîrozbahiyên Pêngava 15’ê Tebaxê didomin
Li Swîsreyê pîrozbahiyên Pêngava 15’ê Tebaxê didomin. Navnîşan îro ya pîrozbahiyan bajarên Aaraû, Rapperswîl û Schwyz bû.
Li Swîsreyê pîrozbahiyên Pêngava 15’ê Tebaxê didomin. Navnîşan îro ya pîrozbahiyan bajarên Aaraû, Rapperswîl û Schwyz bû.
Pîrozbahiyên ji bo 39’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an li bajarên Swîsreyê didomin. Navnîşan îro ya pîrozbahiyan bajarên Aaraû, Rapperswîl û Schwyz bû.
AARAÛ
Kurdistaniyan ji saetên sibehê ve dest bi hatina qada pîrozbahiyê kirin. Qada pîrozbahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fermandar Egîd û şehîdên têkoşîna azadiyê hatibû xemilandin.
Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd a Aaraû û Meclîsa Jinê ya Rojbîn, Rûken Demîr axaftina vekirinê kir û Cejna Vejînê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên li zindanan û gerîlayan pîroz kir.
Piştre di şexsê Fermandar Egîd de deqeyek rêz hat girtin. Endama Dîwana Hevserokatiyê ya Meclîsa Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Zeynep Kayra axaftinek kir. Zeynep Kayra, Cejna Vejîê ya gelan pîroz kir û got ku di dîroka Kurdan de gelek serhildan çêbûne, lê ev serhildan bi awayeke hovane hatine tepisandin. Kayra anî ziman ku di pêvajoya ku dixwestin Kurd bê ax, bê nasame û bê kesayet bihêlin de têkoşîna ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevreyên wî de destpê kir, bûye hêviya gelan.
Pîrozbahî piştî banga tevlîbûna meşa navendî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2’ê Îlonê de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin, bi muzîkê dewam kir.
RAPPERSWIL
Li bajarê Rapperswill yê kantona St. Gallenê ji aliyê Meclîsa Komuna Kurd a Rapperswîlê pîrozbahî hat lidarxistin. Pîrozbahî di şexsê fermandar Egîd de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevberdevka Komunê Fadîme Çetînkaya li vir axivî û Cejna Vejînê pîroz kir.
Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya CDK-S’ê Emrûllah Bîngul jî diyar kir ku ev îradeya îro ku bi milyonan dikevin pey, di encama Pêngava 15’ê Tebaxê de pêş ketiye.
Siyasetmedar Serhat Agirî jî anî ziman ku di pêvajoya ku polîtîkayên înkar, tunehesibandin û qetlîmê dihat kirin de bi pêşengiya Fermandar Egîd dîrok hatiye nivîsandin.
Piştî axaftinan, pîrozbahî bi muzîk û gerandina govendê dewam kir.
ÛRÎ
Kurdistaniyên li Kantona Ûrî dijîn, salvegera 15’ê Tebaxê li bajarê Schwzy a Ûriyê silav kirin.
Pîrozbahî di şexsê Fermandar Egîd de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Aktîvîsta TekoJIN Sarîna Kara têkîldarî Pêngava 15’ê Tebaxê axivî û got: “Armanca me ew e ku em li ser rêya şehîdên xwe biçin û jiyaneke azad ava bikin. Ji bo azadiya Rêber Apo divê wek rêxistin roleke navendî bilîzin.”
Pîrozbahî piştî banga tevlîbûna meşa navendî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2’ê Îlonê de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin, bi muzîkê û gerandina govendê dewam kir.