Li Swîsreyê ji bo Sezgîn Dag lêgerîna edaletê didome

Ji bo xaziyê Pirsûsê Sezgîn Dag ê li kamoa penaberan a li bajaroka Lyss ê Swîsreyê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Li kampa penaberan a li bajaroka Lyss a kantona Bernê ji bo Sezgîn Dag çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Cihê bîranînê bi wêneyên Sezgîn Dag û qurnefîlan hate xemilandin û daxwazên edaletê careke din anîn rojevê.

Li ser navê Federasyona Karkerên Koçber ên Swîsreyê (ÎFÎG) Alî Orak axivî û diyar kir ku 3 sal derbas bûye ku Sezgîn Dag jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Sedema ku em her sal tên vir ew e ku careke din mirinên bi vî rengî neqewimin. Koçberî ne divê bibe çarenûsa civakan. Li cîhanê gelek koçberî hene û yekane sedema vê polîtîkayên berjewendiya emperyalîst e. Li Ewropayê qaşo demokrasî heye, derî ji bo koçberan re têne girtin. Doza Sezgîn hê jî didome.”

Çalakiya bîranînê bi axaftinên nûnerên Komeleta Çanda Kurd-Tirk- Swîsre, Komeleta Malbatên Şehîdan û Windayan (KOMAW) û Partiya ji nû ve avabûna Sosyalîst (SYKP) dewam kir.

Li ser navê Komeleya Piştevaniya Mafên Mirovan a Swîsreyê (ÎDDH) ahmet Fazil Temer axivî û anî ziman ku mirina Sezgîn Dag ji ber piştguhkirin û kêmasiyan e û wiha got: “Ji bo van neheqiyan bang li tevahiya saziyan dikim ku yekîtiyeke hiqûqê ava bikin. Di destê me de ye ku em bibin dengê koçberan û rêxistineke ji bo mafên wan ên bingehîn ava bikin.”

Birayê Sezgîn Dag, Murtaza Dag jî der barê pêvajoya dozê de agahî da û diyar kir ku di dema dadgehê de 27 delîlên dozê hatine redkirin û doz ku sewqî dadgeha bilind hatiye kirin hê jî didome.

Murtaza Dag diyar kir ku berpirsên Sem û ORS tenê berpirsiyariyê diavêjin ser hev û tiştekî din nakin û anî ziman ku ew ê lêgerîna xwe ya edaletê mezin bikin û di dawiyê de ji bo Sezgîn Dag edaletê bi cih bînin.