Li Swîsreyê di hilbijartinan de rastgir bi ser ketin

Serketiyê mezin ê hilbijartinên giştî yên li Swîsreyê, partiya populîst a rastgirên tund bû. Li aliyê din ekolojîst jî wekî dihate texmînkirin, kêm kir.

Di hilbijartinên ku 22'ê Cotmehê roja Yekşemê pêk hatin de Partiya Gel a Swîsreyê (SVP) bi ser ket.

SVP’ê parastina Ewropayê û têkoşîna li dijî koçberiyê xistibû navenda kampanyaya xwe. Ev partî koçberiyê wekî çavkaniya sûcan dibîne.

Ji bo nûkirina hemû wekîl û senatorên parlamenta Swîsreyê hilbijartinên federal hatin kirin.

Di şert û mercên krîza koçberiyê û aloziyên navneteweyî de SVP’ê bi rêjeya ji sedî 29’an a dengan bû serketiyê sereke û sosyalîst jî di rêjeya ji sedî 17’an de ma.

Di van hilbijartinan de du partiyên ekolojîst winda kirin. Her yekî ji sedî 10’an deng stend. Di 13’ê Kanûnê de hemû parlementerên Swîsreyê wê endamên hikûmetê hilbijêrin. Rastgirên tund ji bo bi destxistina wezaretên sereke xwedî her şansî ye.

Serketina rastgirên populîst bi hewaya "tirsê" ya hatî afirandin ve tê îfade kirin. Partiya rastgir di hilbijartinan de di hawirdoreke ku mijarên wekî pirsgirêka koçberan, xetereya êrîşên 'terorîst' ên li Ewropayê û aloziyên li Rojhilata Navîn ji nû ve hatin vejandin, bi ser ket.

Tevî Meclîsa Neteweyî ya ji 200 kesan pêk tê, endamên Meclîsa Kantonê ya ji 46 kesan pêk tê jî hatin hilbijartin. Li piraniya kantonan endamên Meclîsa Kantonan ji tûra duyemîn re man.

Di nava gelek namzetên Kurd û Tirk de tenê Sîbel Arslan û Hasan Candan karîbûn derbasî parlementa federal bibin. Sîbel Arslan ji Keskan/Basta hate hilbijartin.

Aliyeke din a girîng a hilbijartinên Swîsreyê ji bo Kurdan, hilbijartina dostên Kurdan bû. Ji Partiya Sosyalîst Laurence Fehlmann Rielle, Franzîska Roth, Claudia Friedl û ji Keskan Nicolas Walder ji nû ve hatin hilbijartin.