Li Swîsre û Belçîka tecrîd hate protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Swîsre û Beçîkayê li qadan bûn.
Kurdistanî û dostên wan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Swîsre û Beçîkayê li qadan bûn.
Kurdistanî û dostên têkildarî fikarên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Swîsre Bernê, bi banga lezgîn a çalakiyan daketin qadan û payama ‘Heta ku agahiyek ji Rêbertiya xwe negirin, em ê têkoşînê bidomînin.’ dan.
Kurdistanî li Bahnhofplatzê hatin ba hev û çalakî kirin. Li ser navê Navenda Civaka Kurd (CDK-Bern) Îrfan Babaoglû axivî û got: “Heta ku agahiyek ji Rêbertiya xwe negirin, daxwazên gel ên azadiyê neyên bicihanîn em ê li her derê li qadan bin û dengê xwe bilind bikin.”
Dîsa di saetên şevê de wê li Bassel, Lûzern û Zurîhê Kurdistanî dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman.
BRÛKSEL
Bi heman armancê Kurd li pêşiya Konseya Brûkselê kom bûn û çalakî kirin. Li ser navê KCDK-E’yê Meya Rojava û Hevseroka NAV-BEL’ê Duduya Abay axivî û diyar kir ku divê Kurdistanî ji bo Rêberê Gelê Kurd li qadan bin.
Çalakî bi xwendina belavoka Fransî bi dawî bû.