Li Swêdê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate şermezarkirin
Li bajarê Orebro û Vasterasê êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, hate protestokirin.
Li bajarê Orebro û Vasterasê êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, hate protestokirin.
Li bajarê Orebro û Vasterasê êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Avaşîn, Zap û Metînayê hate şermezarkirin.
Di van çalakiyan de berxwedana gerîla hate silavkirin û êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê gelê Kurd bibe yek û li hemberî dijmin helwesta xwe nîşan bide. Ji welatên Ewropa û DYE’yê jî hate xwestin ku bila nebin şirîkên êrîşên dagirker û bi têkoşîna gelê Kurd re bin.