Li Stockholmê wê şehîd Zagros û Şevger werin bîranîn

Komîteyên PJAK û KJAR’ê yên Stockholmê wê roja duşemê bi merasîmekê du gerîlayên PJAK’ê bi bîr bînin ên ku şehadeta wan îro ji aliyê PJAK’ê ve hatibûn ragihandin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) îro bi daxuyaniyekê nasnameya du hevalên xwe yên bi navê Zagros Manî û Şevger Çiya ku di encama komployekê yê rejîma Îranê li herêma Çem Şilêr a Pêncewênê şehîd bûne, eşkere kiribû.

Komîteyên PJAK û Komelgeha Jinên Azad ên Kurdistanê (KJAR) yên Stockholmê daxuyaniyek dan ku tê de hatiye gotin, ji bo bîranîna wan her du gerîlayên şehîd Zagros Manî û Şevger Çiya wê roja Dûşemê li Navenda Civaka Kurd a Stockholmê merasîmek ya bîranînê bê lidarxistin.

Her wiha hatiye diyarkirin ku merasîm wê roja Dûşemê ango 29’ê Adarê di saet 14:00’an de li Navenda Civaka Kurd a Stockholmê were lidarxistin.

Navnîşana cihê merasîmê wiha ye:

Fridhemsgatan 44, Stockholm

https://anfkurdi.com/kurdistan/pjak-e-nasnameya-2-sehidan-eskere-kir-140510