Li Stockholmê çalakiya kon a 3 rojan destpê kir

Li Stockholmê ji balê bikişînin ser pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” çalakiya konvedanê ya ji bo 3 rojan hat destpêkirin.

Di 10′ê Cotmehê de li 74 navendan pêngaveke cîhanê bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Paytexta Swêdê Stocholmê yek ji wan navendan bû. Pêngav li ber Parlementoya Swêdê hatibû ragihandin.

Ji bo berdewamiya pêngava li ber parlementoyê çalakiya konvedanê ya ji bo 3 rojan hat destpêkirin.

Li qada Mynttorget stand hat danîn ku çûn hatin lê zêde ye. Di standê de têkîldarî pêngavê belavok hatin belavkirin û Swêdiyên ku hatin konê û xwestin ji mijarê agahdar bibin, hatin agahdarkirin.

Kesên derdor eleqeyek mezin nîşanî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirtûk û broşurên li ser paradîgmaya wî dan.

Di standê de stranên Ingilîzî ên têkîldarî azadiya Abdullah Ocalan bala kesên derdor kişand.