Li St Gallen û Parîsê dagirkeriya Tirk hate protestokirin
Êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarê St Gallen a Swîsre û paytexta Frnasa Parîsê hatin protestokirin.
Êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarê St Gallen a Swîsre û paytexta Frnasa Parîsê hatin protestokirin.
Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li qada Kornhaûsplatzê çalakiyek hate kirin û hevparên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk (DGB) û rêxistinên ciwanên alternatîf ên Swîsre jî tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hate xwendin. Aktivîstan li ser têkoşîna heq a gelê Kurd a li dijî dagikerî û qetlîamê dike, ji derdor re vegotin.
Banga piştevaniyê ya bi gelê Kurd re hate kirin.
PARÎS
Aktivîstên TCŞ’ê li paytexta Fransa Parîsê jî li nava trenan çalakî kirin.
Di çalakiyê de ciwanan posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan. Ciwanan belavoka balê dikişîne ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirekeriyê ya Tirk.