Li Rûsyayê şehîd Yildirim û Akkûş hatin bibîranîn

Kurdên li Rûsyayê şehîd Ahmet Yildirim û Bemzî Akkûş bibîr anîn.

Ahmet Yildirim (Tayhan) û Remzî Akkûş (Jihat) ên sala 1999’an li Moskovayê li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dabûn ber agir, li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Bîranîna ku li goristana Kampa Roj a li herêma Yaroslavî ya Rûsyayê hate kirin, bi tevlîbûna Kurdistaniyên li Moskova, Ivanova, Yeroslavl pêk hat.

Serokê Yekîtiya Saziyên Civakî ya Kurd a Navneteweyî Arif Azamanî, Hevseroka Meclîsa Moskova Rafîke Kamil, Seroka Organîsazyona Viyan a Alîkariya Jinên Kurd a Moskova Tera Qadir, Nûnerê Rojava yê Rûsya Reşad Benav û dayika şehîd a Êzidiyên Ermenistanê Zade Aloyan di bîranînê de axivîn.

Aloyan anî ziman ku bi saya têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdên BDT û Qafqasan xwe naskirin û gelek ciwan tevlî refên PKK’ê bûn û şehîd ketin. Dayika Aloyan diyar kir ku wê xwîna şehîdan li erdê nemîne.

Di dewama axaftinan de hate gotin ku Kurdên li Rûsyayê dijîn bi saya têkoşîna PKK’ê û şehîdan nasnameya xwe ji nû ve qezenc kirin.

TAMBOV

Li bajarê Mîçûrînskî ya herêma Tambov a Rûsyayê jî bîranînek pêk hat. Hevserokê Meclîsa Gel Nebî Abdulsalam diyar kir ku di rêya şehîdan de meşîn erka hemû Kudan e.Birayê şehîd Fetî Mûsa jî diyar kir ku bi birayê xwe serbilind e, anî ziman ku bi saya PKK’ê hebûna xwe naskirine.