Li Qibrisê Konferansa Modernîteya Demokratîk hat lidarxistin

Di konferansa ‘Li Dijî Modernîteya Kapîtalîst Modernîteya Demokratîk’ a li Qibrisê de zehmetî û perspektîfên di avakirina civakeke azad û demokratîk de hatin nîqaşkirin.

Konferans bi dirûşmeya “Ji Qibrisê heta Kurdistanê: Zehmetî û perspektîfên di avakirina civakeke azad û demokratîk de” li Qibris Lefkoşyayê hat lidarxistin û eleqeyek mezin dît. 

Konferans ji bo bîranîna Teofîlos Georgiadîs ê ku di sala 1994’an de hatibû qetilkirin, hat lidarxistin. Di salona konferansê de pankarta “Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re”, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û postera Teofîlos Georgîadîs ku Abdullah Ocalan dibêje, “Teofîlos şehîdê me ye” û alên TEV-DEM, TJK-E hatin daliqandin.

Di salona konferansê de pirtûkçeyên “Konfederalîzma Demokratîk” û “Şoreşa Jinê” ku ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine girtin û bi zimanê Yewnanî hatine wergerandin, eleqeyeke mezin dîtin.

Navên li jêrin beşdarî konferansê bûn:

“Siyasetmedara Kurd Selma Irmak, Nûnerê Têkiliyên Derve yê PYD’ê yê Balkanan Îbrahîm Muslum, Costas Mavrîdes (Endamê Parlementoya Sosyalîst û Demokratan a Ewropayê), Demetres Papadakîs (Parlementerê Parlementoya Ewropayê), Solon Antartîs (Mamoste, Endamê CyprusIndymedîa- Endomedîa- Endamê Tevgera Piştevaniyê ji bo Kurdistanê a Qibrisê), George Perdîkes (Parlementerê Partiya Hevkariya Welatiyan yê berê, Sekreterê Lefkoşyayê), Giorgos Koukoumas (Parlementer, Nûnerê Çapemeniya AKEL’ê), Elenî Theocharous û Rojnamevan George Tattîs.”

Nivîskar-Civaknas Dr. Dilar Dîrîk ku bi rêya Skype tevlî konferansê bû, têkîldarî tevgera jinên Kurd, felsefeya Jin, Jiyan, Azadî û bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser jinên cîhanê bi taybet li Rojhilata Navîn nirxandin kir.

Konferans bi pêşandana sînevîzyona bi zimanê Îngilîzî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir.

Rojnamevan George Tattîs di axaftina vekirinê de ev tişt gotin: “Kurd û Rûmên Qibrisê xwedî çarenûseke hevpar a dîrokî ne. Hevgirtina ku divê em nîşan bidin, ne tenê ji mecbûrîyeke objektîf, an ji ber êrîşkarekî hevbeş û dagirker ango ji hebûna Tirkiyeyê ye. Di encamê de Kurdistan ji aliyê gelek kesan ve tê dagirkirin. Lê ev hevgirtin ji hişmendiya siyasî û îdeolojîk e ku rizgariya Qibrisê ji çiyayên Kurdistanê derbas dibe

‘PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN ME TÎNE BA HEV’

Siyasetmedara Kurd Selma Irmak jî got: “Çawa ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro me tîne ba hev, gelên Rojhilata Navîn jî li ser bingeha azadiyê aniye ba hev.”

Demetres Papadakîs bi silavkirina Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dest bi axaftinê xwe kir û got: “Şoreşa gelê Kurd agireke ku ne tenê di warê neteweyî de, di warê civakî de jî me ji tarîtiyê rizgar dike. Ji bo wekhevî, aştî, yekîtî û demokrasiyê têdikoşe. Divê her kes xwedî li vê yekê derkeve.”

Costas Mavrîdes got: “Dema çiyayên Kurdistanê her roj tê bombebarankirin, ji xeynî têkoşîna azadiyê ti vebijerka me tune ye. Divê her kes xwedî li vê têkoşînê derbikeve û têbikoşe.”

Elenî Theocharous got: “Ez her tim li ba gelê Kurd û Kurdistanî me ku di bin dagirkeriyê de ne û rûbirûyê êrîşên qirkirinê dimînin. Ez ê heta nefesa xwe ya dawî têbikoşim.”

Nivîskar-Civaknas Dr. Dilar Dîrîk ku bi rêya Skype tevlî konferansê bû, bal kişand ser kurte dîroka tevgea jinên Kurd.

Konferans bi banga beşdarbûna civîna çapemeniyê ya “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku wê 10’ê Cotmehê li Lefkoşyayê bê lidarxistin, bi dawî bû.