Li Qibrisê ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakî hate lidarxistin
Kurdên li Lîmassolê bi çalakiyekê xwestin ku dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn.
Kurdên li Lîmassolê bi çalakiyekê xwestin ku dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn.
Kurdistaniyên li bajarê Lîmassolê yê Qibrisê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo misogeriya azadiya Ocalan careke din daketin qadan. Bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Kurdistanî li Moloz Parkê li hev civiyan, meşiyan û piştre daxuyanî dan çapemeniyê.
Di çalakiyê de hate ragihandin ku Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e û divê parêzer karibin tavilê rû bi rû hevdîtinê pê re bikin.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.