Li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê xwepêşandana protestoyî hate kirin
Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistaniyên li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê kom bûn, pankrta bi nivîsa ‘Li dijî DAÎŞ’ê Kurd bi ser ketin, ne hûn’ hate vekirin.
Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistaniyên li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê kom bûn, pankrta bi nivîsa ‘Li dijî DAÎŞ’ê Kurd bi ser ketin, ne hûn’ hate vekirin.
Çalakiya protestoyê saet 17:00’an li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê hate kirin.
Di çalakiyê de li gel hildana alên YPG/YPJ’ê dowîzên bi nivîsa ‘Kurd ji bo me tevan li ber xwe da, rêz jêre bigirin’ hildan.
Çalakvanan peyama Kurdan duh jî li ber xwe dan wê ji niha û şûnde jî li ber xwe bidin û dirûşmên ‘Dîktator Erdogan, hevkar Trûmp’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ qîr kirin.