Li Bern û Solothûrnê stand hatin danîn
Li Bern û Solothûrnê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de stand hatin danîn.
Li Bern û Solothûrnê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de stand hatin danîn.
Li Swîsreyê çalakiyên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku di 10’ê Cotmehê de li seranserê cîhanê hat destpêkirin, didomin. Îro li paytext Bern û Solothurnê stand hatin danîn.
BERN
Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî ku li Bernê hat avakirin, li Bahnhofplatzê stand danî. Di standê de tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi salan in didome, bi rêya hevdîtin û danezanan ji raya giştî re hat vegotin. Her wiha pirtûkên Abdullah Ocalan ji raya giştî ya Swîsreyê re hatin nasandin.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê Hinar Dilmeç diyar kir ku dema ew di çarçoveya pêngava azadiyê de dadikevin qadan û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin, ramanên wî jî ji raya giştî re vedibêjin.
Rojnamevan û aktîvîst Dilbirîn Tûrgût ku di Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî de cih digire, diyar kir ku êşkenceya tecrîda li Îmraliyê ji bo gelê Kurd veguheriye pêvajoyeke ku nayê qebûlkirin.
Dilbirîn Tûrgût anî ziman ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên wan li dehan navendên Swîsreyê bêyî navber didomin û got: “Ramanên Rêber Apo ku rê li ber azadiya jinên Kurd vekir, bû hêviya rizgariya hemû gelên bindest. Di vê çarçoveyê de em ê di çalakiyên 25’ê Mijdarê de ku wê sibê li dehan navendên Swîsreyê bên lidarxistin, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo vebêjin û daxwaza azadiya Rêbertiya xwe bikin.”
SOLOTHÛRN
Çalakiya standê ku duh li Solothûrnê destpê kir, di roja duyemîn de bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.
Stand li Qada Kreûzacker hat danîn. Şaredarê Solothûrnê, parlementerên kantonê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl serdana standê kirin. Aktivîstan der barê asta tecrîdê de agahî dan kesên serdana standê kirin.
Siyasetmedar Serhat Agirî ku di roja duyemîn a çalakiyê de axivî, piştî ku pergala tecrîda li Îmraliyê vegot û bal kişand ser krîzên li Rojhilata Navîn rû didin, wiha got, “Yekane rêya rizgarbûna ji vê krîz û kaosê perspektîfên Rêbertiya me ne. Dema em vê perspektîfê li tevahiya cîhanê belav bikin, em ê hem azadiya Rêbertiya xwe û hem jî azadiya gelê Kurd misoger bikin.”
Endamê Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî Mazlûm Kizildag jî diyar kir ku ew ê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de li qadan bin û banga tevlîbûna pîrozbahiya navendî kir ku wê bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê di 2’ê Kanûnê de li Lûzernê bê lidarxitsin.