Li Parîsê meşa li dijî tecrîdê
Li banliyoya Grîgny a Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Li banliyoya Grîgny a Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Bi armanca şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li banliyoya Grîgny a paytexta Fransa Parîsê meşek hate lidarxistin.
Kurdistanî tevî dostên xwe bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li ber Navenda Çanda Kurd li hev kom bûn û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" heta ber Şaredariya Grîgny meşiyan.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê daxuyaniyek hate dayin û bang li dewletên Ewropayê hate kirin ku li dijî tecrîdê berpirsyariya xwe bi cih bînin.
Her wiha hate ragihandin ku heta tecrîd û dîlgirtina neheq bi dawî bibe wê li qadan bin.