Li Parîsê jinek bi çarşef ku gef dixwar hate gulebarankirin
Hat ragihandin ku li paytexta Fransa Parîsê polîsan gule li jinek ku xwe bi çarşefê nixumandî û bi gotinên gefxwarinê ‘pesnê terorîzmê’ dida dane.
Hat ragihandin ku li paytexta Fransa Parîsê polîsan gule li jinek ku xwe bi çarşefê nixumandî û bi gotinên gefxwarinê ‘pesnê terorîzmê’ dida dane.
Li gorî nûçeyên ku medyaya Fransayê xwe dispêre çavkaniyên polîsan, îro Sêşemê danê sibê li Parîsê, polîs gule li jineke ku xwe bi çarşefê nixumandî ku ‘ gotinên tehdîtkar’ bikar aniye û ‘pesnê terorê’ dida, reşand.
Hat diyarkirin ku di derdora seat 09.30’an de li stasyona Austerlitz RER a li herêma 13’an a Parîsê gumanbar mirovên derdorê tehdit kiriye.
Li gorî çavkaniyên polîsan, jina navborî gefa "Wê her der wêran bikin" xwariye.
Hat diyarkirin ku gumanbar pişt re li stasyona Bibliothèque François Mitterrand dema destê xwe di nav cilên xwe de veşartiye hatiye dîtin.
Hat daxuyakirin ku di dema ku polîsên tîmên taybet mudaxeleyî bûyerê kirin, gumanbar bi qêrîna dirûşma "Allahû ekber", nîşandana destê xwe red kiriye.
Polîsan îdia kir ku ji ber ku jin fermanê bi cih neaniye neçar mane çekan bikar bînin.
Jina ku gule li zikê wê ket rakirin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku rewşa wê jiyaniye, lê stabîl e.
Mudaxeleya polîsan a li cihê bûyerê piştre jî dewam kir. Ji bo bêbawer bin ku li stasyonê madeyên teqemenî nîne, komên îmhakirina bombeyan û kûçik hatin erkdarkirin.