Li Oberhaûsen û Hambûrgê çalakiyên piştevaniya bi Rojava re

Kurdistanî û dostên wan li Bajarê Oberhaûsen ê Elmanyayê li gel ku polîsên Elman hewl dan rê li ber wan bigirin jî mîtînga protestoyî lidarxistin û bang li dewletên navneteweyî kirin ku êrîşên dewleta Tirk rawestînin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Oberhaûsen ê Elmanyayê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê (DKTM) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li ber stasyona trenê ya navendî ya Oberhaûsenê li hev civiyan û mîtîngek li dar xistin.

Polîsên Elman li ser meş û mîtînga ku berê hatibû girtin de, diyar kirin ku hemû meş û mîtîng hatine qedexekirin û xwestin asteng bikin. Girseyê bertek nîşan da û bi vî rengî destûr hat dayîn ku mîtîng bê kirin.

Di çalakiyê de ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û li ser navê DKTM û PYD’ê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de ba hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk û wiha hate gotin: “Şefê îstîxbaratê yê berê Hakan Fîdan di televîzyonên Tirk de ragihand ku artêşa Tirk êrîşî binesaziyên weke elektrîk û avê yên li Rojava û Başûr bike. Artêşa Tirk ji wê demê ve êrîşî gelek navendên elektrîk û trafoyê û herêmên pîşesaziyê kir. Gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Bi berdewambûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ve wê hejmara mexdûran zêdetir be. Êrîşên bi ser binesaziya sivîl û sivîlan, li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê şer e. Divê li gorî vê were tevgerandin.”

Her wiha bang li dewletên navneteweyî hat kirin ku êrîşên dewleta Tirk rawestînin.

Bi sedan kes ku li gel hewldana astengiyên polîsan tevlî mîtîngç bûn, timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

HAMBÛRG

Ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Rojava li Hamburgê meş hat kirin.

Meş li ber stasyona trenê ya navendî destpê kir. Li vir ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û posterên şehîdan hatin hildan.

Nûnerê DKTM’ê yê Hamûrgê Emîn Bagok di meşê de axivî û wiha got: “Erdogan  ji bo hevgirtina bi gelê Filistînê re bang dike, li Rojava gelê me qetil dike.”

Bagok helwesta dewletên ku li ber êrîşên dijî Rojava bêdeng in, protesto kir û got ku têkoşîna wan wê li her derê bidome.