Li Nîceyê tecrîd û dagirkerî hate protestokirin
Bi boneya êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û 25’emîn salvegera Komploya Naveneteweyî ya 9’ê Cotmehê, li bajarê Nîce mîtîng û meş hate lidarxistin.
Bi boneya êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û 25’emîn salvegera Komploya Naveneteweyî ya 9’ê Cotmehê, li bajarê Nîce mîtîng û meş hate lidarxistin.
Kurdistaniyên ku li bajarê Nîce yê Fransayê li hev civiyan, ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kur Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîtîng û meş lidarxistin.
Çalakî, di saet 13:00’an de li ber Gare de Nîce bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê destpê kir. Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk beşdaran silav kirin.
Hevserokan diyar kirin ku li hemberî êrîşên qirkirinê berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê Kurdistaniyên li Ewropayê û got: “Divê em di vê pêvajoyê de rola pêşengiyê bigirin ser xwe û li dora Rêber Apo, gerîla û berxwedana Rojava yek bibin. Gelê me bi îdeolojiya Rêber Apo zana bû. Niha li Ewropya û çar parçeyên Kurdistanê berxwedan hatiye esas girtin. Em ê vê salê bikin sala azadiya Rêber Apo.”
Piştî axaftinan ber bi Place Masena ku li navenda Nîceyê ye, meşiyan. Li pêşiya meşê pankarta ku bi gelek zimanan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaz dike û li ser wêneyê Abdullah Ocalan hebû, hate hilgirtin.
Girseyê bi zimanê Fransî dirûşmeyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û gerîla berz kirin.